Emeğin Sanatı E-Dergi 169. Sayı Yeni Kanalında

14 Mart 2012 Çarşamba

İSA TEKİN: Ax Helepçe!


AX HELEPÇE!


Ax Dîlan,
Ax Zîlan.
Li Helepçe hatim kuştin.
Dilê min çar perçe.
Dîlan, li rastê min razaye,
Zîlan li çep.
Erd û ezman dilerize, jar vedireşe
Balafirên Baas, ji ezman jar dibarînin
Teyr nafirin
Mirovin yên dimrin
Zarok têne kuştin
Ax Zîlan,
Ax Dîlan.
Helepçe dişewite
Ey Amed!
Ameda reş! 
Ameda bi bedena reş!
Xebera reş min ji te bihîst.
Ax Zîlan!
Ax Dîlan!
Kezeba min dişewite
Xwîn, ji dilê min tê
Zîlan û Dîlan dişewitin
Zarokên bê nav dimrin.
Ax Zîlan!
Ax Dîlan!
Dîsa li me fermane.
Dîsa li me komkûjî
Û gerdûn me,
Kir bê xwedî.
Hemû cîhan bê deng.
Tu bigrî Ameda reş, tû bigrî
Bigrî ya
Bila bedenên teyên reş
Ji vê hovîtiyêra, rondikên çavan birêjin. 
Tû Dîlan
Tû Zîlan
Tû Helepçe
De bigrî
Bila sûrên teyên reş,
Bo vê hovîtiyê,
Rondikan birêjin.
Birêjin da bibe lehî,
Bê westan,
Bila biherike Dîcle
Bila bigîje Helepçe.
Bila hemû dilêşiyan bixwe re bibe.
Bila rondikên çavên me
Hêmû axa me avedan bike.
Ax Zîlan,
Ax Dîlan
Welatê derda
Abîda berxwedanê
Ameda çav bi girî
De bigrî ji bo Dîlan,
De bigrî ji bo Zîlan.
Îro li me fermane
Li me komkûjî
Me hemû axa xwe dem kir
Di dilê xwe da, bi êşên xwe.
Dilê min disoje,
Wek agirên topan li her der.
Baasî ji ezmanan jahr dibarînin
Em di hewla can dane(…..)
Ax Dîlan,
Ax Zîlan
Dîcle şîn girêdaye
Firat hare
Hîv tarî
Li çiya dûman
Herder sor xemilî
Ax Xelepçe ax
Her wekî Nagazakî û Hîroşîma
De bigrî Amed
Bigrî welatê min
Îro li me ferman
Îro li me komkûjî
Her kes bê deng,
Cîhan ker û kor
De bigri Amed
Dîlan,
Zîlan
Êşên me bê dawî
Hêrsa me mezin
Ax Helepçe ax. 

İSA TEKİN  

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder